HSD: Ji ber êrîşên Tirk me pêngava Bagera Cizîrê rawestand
Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê ji ber êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakurê Sûriyê Pêngava Bagera Cizîrê rawestand.
Hêzên Sûriya Demokratîk tekez kirin ku ew amade ne bersiva êrîşên dagirkeriyê bidin.
HSDê herwiha daxwaz ji civaka cîhanî û hevpeymaniya cîhanî kiriye daku li hember êrîşên Tirkiyeyê bêdeng nebin û helwesta xwe diyar bikin.
