• Monday, 16 February 2026
logo

NY dixwaze çek ji Hizbullahê bê wergirtin

Gulan Media November 1, 2018 Nûçe
NY dixwaze çek ji Hizbullahê bê wergirtin
Sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) daxwaza bêçek kirina milîsên Hizbullaha Lûbnanê dike.

Sekreterê giştî yê NYê Antonio Gutteres raportek pêşkeşî encûmena asayîşa navnetewî kir û di raporta xwe de ragehand, Hizbullaha Lûbnanê dikare welat ber bi şerê navxweyî ve bibe.

Antonio Gutteres daxwaza bêçek kirina Hizbullaha Lûbnanê kir û ragehand, dewleta Lûbnanê xwedî desthilat nîne ku bikare serweriya xwe li ser hemû welat ava bike, ji ber Hizbullah xwedî çekekî zêde ye.

Hizbullah milîsên şîe yên Lûbnanê ne û Hesen Nesrullah serokê wê yê giştî ye. Herwaha Îran jî piştevaniya darayî û leşkeri bo Hizbullahê dike.

Waar.tv
Top