Li Hewlêrê bendaveka mezin tê çêkirin
Hikûmeta Kurdistanê biryar daye li devera Gomespan ya Hewlêrê, ku 35 km dûrî bajêr e, bendavekê çêbike.
Li gorî agahiyan, bendava han şiyana hildana 81 milyon kûp av heye. Dirêjahiya wê 375 metre û bilindiya wê jî dê 70 metre be.
Çavkaniya serekî ya ava wê bendavê, baran û kaniyên wê deverê ye û dê bikaribe zêdetirî 3600 hîktar erd jî têr av bike.
Li gorî pilana hikûmetê, xebatên çêkirina bendavê dest pê kirine û dê salek din xilas bibe, xercê wê jî 102 milyar û 71 milyon dînar hatiye hesibandin.
Basnews
