• Monday, 16 February 2026
logo

Tirkiye pêşmergeyekî xwebexiş bi terorê tawanbar dike

Gulan Media October 31, 2018 Nûçe
Tirkiye pêşmergeyekî xwebexiş bi terorê tawanbar dike
bi terorê tê tawanbar kirin
Îro dadgeha Tirkiyeyê li bajarê Diyarbekirê, pêşmergeyê dilxwaz( xwebexiş) yê ku di dema şerê dijî DIŞIê de di nava rêzên pêşmerge de şerê dijî DIŞIê kiriye, bi terorê û endam bûn di nava tevgereke terorîstî de tawanbar kir.

Pêşmergeyê dilxwaz Jiyan Teymûrtaş ku di dema şerê dijî DIŞIê de di nava rezên hêzên pêşmerge de şerê dijî DIŞIê kiriye, ji aliyê dadgeheke Tirkiyeyê ve bi tawana endam bûn di nava tevgereke terorîstî û herwiha propagende kirin bo terorê tê darizandin.


Top