• Monday, 16 February 2026
logo

Heşda Şeibî dixwaze tevahiya Şingalê teslîmî PKKê bike!

Gulan Media October 30, 2018 Nûçe
Heşda Şeibî dixwaze tevahiya Şingalê teslîmî PKKê bike!
Tê gotin ku Heşda Şeibî dixwaze tevahiya devera Şingal ya Başûrê Kurdistanê teslîmî PKKê bike. Berpirsekî PDKê jî dibêje, qesta Heşda Şeibî ew e dixwaze Tirkiyê rakişîne Şingalê!

Heta niha gelek caran rayedarên Tirkiyê tehdîd kirine ku eger hêzên PKKê li Şingalê dernekevin dê êrişî wir bikin ji ber ku ew naxwazin Şingal bibe Qendîl.

Çavkaniyekî agahdar ji heftenameya Basê re, ku hejmara wê ya nû îro derket, gotiye, ev demek e Heşda Şeibî deverên di destê xwe de teslîmî PKKê dike. Ew dixwazin tevahiya Şingalê bidin PKKê.

Wê çavkaniyê daye zanîn, ew karê ku Heşda Şeibî dike metirsiyek mezin e li ser xelkê Şingalê. Ji ber ku eger Şingal bikeve destê PKKê wê çaxê Tirkiye dê êrişî Şingalê bike.

Li Şingalê hêzên PKKê di bin navê “Yekîneyên Berxwedana Şingalê” (YBŞ) de hatine rêxistinkirin. Fermandeyê wê hêzê Zerdeşt Şingalî ji medyaya PKKê re gotiye, Heşda Şeibî roja 16 Cotmeha îsal gundê Til Uzêr teslîmî wan kiriye û vê dûmahîkê jî gundê Sîba Şêxidir dane wan.

Wî fermandeyê PKKê daye zanîn, Heşda Şeibî devera başûrê Şingalê teslîmî wan kiriye û dê hinek deverên din jî teslîmî wan bikin.

Berpirsê liqa Şingalê ya PDKê Qadir Qaçax li ser vê mijarê ji Basê re gotiye, haya me jê heye ku Heşda Şeibî dixwaze tevahiya Şingalê teslîmî PKKê bike.Ev jî metirsî ye li ser xelkê Şingalê ji ber ku behane dide Tirkiyê da ku êrişî Şingalê bike.

Qadir Qaçax her wiha gotiye, Heşda Şeibî bi wê yekê him dixwaze Tirkiyê rakişîne Şingalê him jî di navbera PKK û Pêşmerge de şer derxîne. Lê mixabin PKKê vê yekê nabîne.

Top