Nivîskarekî kurd: Serok Barzanî dûmahîk kesê serxwebûnxwazê kurd e
Nivîskarê kurd Pola Seîd di gotarekê de bi navê “Dûmahîk Kes”, ku di heftenameya Bas de hatiye belavkirin, li ser serxwebûna Kurdistanê gotiye, gelê kurd li Başûrê Kurdistanê şehîd û qurbanî daye bo serxwebûna Kurdistanê ne bo parastina yekparçetiya Iraqê.
Pola Seîd di gotara xwe de gotiye, ji Şêx Mehmûd Berzencî ve heta niha Serok Mesûd Barzanî dûmahîk siyasetmedarê kurd e ku xwedanê cesaret û îradeyek mezin e bo serxwebûna Kurdistanê û cihêbûna Başûrê Kurdistanê ji Iraqê.
Wî nivîskarê kurd behsa diruşmeka YNKê jî kiriye û gotiye, YNK behsa mafê diyarkirina qederê dike lê ji sala 2003 ve heta niha sê serkirdeyên wê partiyê sonda parastina yekparçetiya Iraqê xwarine, ev jî nîşan dide ku qesta wê ji diyarkirina qedera xwe bi dest anîna posta serokomariya Iraqê bûye!
Pola Seîd di berdewamiya gotara xwe de gotiye, piştî Newşîrwan Mistefa (kordînatorê mirî yê Gorranê) û Mam Celal nifşek nû derketiye. Ew nifşa nû niha li Bexdayê bûye cihê şanazî û şikoya Iraqê! Ji ber ku Newşîrwan Mistefa jî, ku çavê wî mîna Mam Celal her dem li Bexdayê bû, nekarî tiştekî ji bona serxwebûna Kurdistanê bike.
Nivîskar di gotara xwe de aniye ziman ku ti siyasetmedar û mezinekî kurd bi qasî Barzanî ji bona serxwebûnê xebat nekiriye û barê wê yekê nedaye pişta xwe. Barzanî xwast ji xelkê re bêje ku ew ji bona armancekê xebat dike, ew armanc jî ya hemiyan e ji ber wê jî %92 xelkê jê bawer kirin.
Pols Seîd daye zanîn, tevahiya wan kesên ku di referandoma serxwebûna Kurdistanê de dengê “erê” dane, ne endam û alîgirên PDKê ne û gotiye, piraniya wan kesan heman ew in yên ku armanca xwe di armanca Barzanî de dibînin û alîgirên serxwebûna Kurdistanê ne.
Wî nivîskarî li ser Mam Celal jî gotiye, Celal Talebanî nekarî li Bexdayê tiştekî ji bo serxwebûna Kurdistanê bike. Piştî Talebanî li ber çavên serokomarekî din yê kurd êrişî kurdan û beşek ji bajar û gundên Kurdistanê hatin dagîrkirin.
Bi baweriya wî nivîskarê kurd, heta Mesûd Barzanî bimîne serxwebûna Kurdistanê jî dê bimîne lê piştî Barzanî êdî kesek mîna wî dê nekaribe bi wê germiyê behsa serxwebûna Kurdistanê bike û barê wê yekê bide pişta xwe.
