• Monday, 16 February 2026
logo

Endamekî encumena Mûsilê: Gelek jinên êzîdî di nav malên ereban de hatine veşartin!

Gulan Media October 30, 2018 Nûçe
Endamekî encumena Mûsilê: Gelek jinên êzîdî di nav malên ereban de hatine veşartin!
Endamekî encumena parêzgeha Mûsilê dibêje, heta niha jî gelek keç û jinên êzîdî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, di malên ereban de hatine veşartin!

Endamê encumena Mûsilê Berekat Şemo ji heftenameya Basê re gotiye, encumena Mûsilê daxwaz ji dezgeh û navendên ewlehiyê yên Mûsilê kiriye bi ciddî hewl bidin bo rizgarkirin û dîtina keç û jinên êzîdî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

Berekat Şemo her wiha gotiye, ji ber ku gelek keç û jinên êzîdî di nav malên ereban de hatine veşartin û navê wan jî hatine guhertin.

Wî endamê êzîdî yê encumena Mûsilê daye xuyakirin ku her mala ku keç û jinên êzîdî tê de hatibûn veşartin dê bi tundî bên cezakirin, ji ber wê jî her mala ku revandiyên êzîdî tê de hene bila bixwe teslîmî hêzên asayişê bikin.

Berekat Şemo aniye ziman ku heta niha gelek keç û jinên êzîdî hatine rizgarkirin û gotiye, gava em agahiyekî li ser revandiyeka êzîdî peyda dikim em zû li dû diçin û wê revandiyê rizgar dikin. Hinek agahî ketine destê me ku behsa wê yekê dikin hinek keç û jinên êzîdî ji aliyê hinek malên ereb ve bi zincîran hatine girêdan da ku nerevin! Em niha li dû wan in. Eger em wan malan bibînin emê mîna endamekî DAIŞê bi wan re reftar bikin.

Dema terorîstên DAIŞê êrişî devera Şingalê kirin, 6 hezar û 417 kes revandin. Ji wan, 3 hezar û 548 kes keç û jin bûn. Heta niha zêdetirî 3300 ji wan hatine rizgarkirin.

Top