HDP hewl dide li gel partiyên Kurdî tifaqekê pêk bîne
Partiya Demokratîk a Gelan HDP, ji bo ku bi partiyên kurd re bikaribe îtifaqeke hilbijartinên şaredariyan pêk bîne, bi wan partiyan re dest bi danûstandinan kiriye.
Hevdîtin ji aliyê komîsyoneke HDP'ê ve tê birêvebirin û serokatiya wê jî Pervîn Buldan bixwe dike. Heta niha li Amedê 3 civîn bi partiyên Kurdistanî re hatine kirin.
Siyasetmedarê navdarê Bakurê Kurdistanê Ehmed Turk jî dibêje, eger hemû partî îdeolojiya xwe deynin aliyekî, dikarin di bin sîwana Kurd de bibin yek û tifaq jî biçe serî.
Ehmed Turk di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Em hemû Kurd siyasetê li ser îdeolojiya xwe dimeşînin. Lê divê em baş bizanibin ku îdeolojiya me çiqas baş û paqi jî be, pirsgirêka neteweyî bi siyaseteke berfireh encax dikare çareser bibe, bi îdeolojiyê çareser nabe. Ji ber vê yekê hemû siyaseta kurd divê xwe rexne bikin û xwe di ber çav re derbas bikin.”
Di van civînên ku ji bo tifaqê pêk hatine de, heta niha 6 partiyên Kurdistanî jî beşdar bûne. PDK Bakur, PDK-Tirkiye, OSP, Hereketa Azadiyê, DDKD û Partiya Însan û Azadiyê, beşdarî van civînan bûne û heta radeyek jî lihevhatin çêbûye. PDK Bakur ji van hevdîtinan bi hêvî ye.
Serokê Giştî yê PDK Bakur, Sertaç Bucak ji Rûdawê re radigihîne: “Em bingeheke demokratîk, sivîl û netew bifikirin û li ser vê xetê îtifaqek pêk bînin. Li ser xeta demokrat û sivîl. Ev pir muhîm e. Ji ber vê yekê jî hilbijartinên herêmî dikare ji bo vê helwestê bibe gaveke girîng.”
Hewldanên HDP'ê yên tifaqê berdewam dikin. Heta niha 3 hevdîtin encam dane û Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR û Partiya Azadiya Kurdistanê PAK tevli van hevdîtinan nebûne.
PAK dixwaze bi namzetên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibe lê HAK-PAR'ê hêj helwesta xwe zelal nekiriye. PSK jî carek bi HDP'ê re civiyaye û dê piştî van hevdîtinan helwesta xwe diyar bike.
Rudaw
