• Monday, 16 February 2026
logo

Tirkiye Gundewarên Kobanê topbaran kir

Gulan Media October 29, 2018 Nûçe
Tirkiye Gundewarên Kobanê topbaran kir
topbaran kirina bi qasî seatekê dom kiriye
Di çarçoveya topbaran kirina gund û herêmên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve, îro careke din artêşa Tirkiyeyê çend gund û gundewarên Rojavayê Kobanê bi tundî topbaran kir.

Li gor jêderên taybetî topbaran bi qasî seatekê dom kiriye û gundên Zormixar, Xirab Eto, Çariqlî û Aşmê yên li Rojavayê Kobanê hatine topbarankirin.

Jêder diyar kirin ku di encama topbarana han de zirarên gelek mezin ber xanî û malên welatiyan ketine.

Top