Parlamenterekî Gorran: Li Silêmaniyê 41 parzûngehên qaçax yên petrolê hene
Parlamenterê Gorran li parlamentoya Iraqê Xalib Mihemed li ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye, li parêzgeha Silêmaniyê 41 parzûngeh û imbarên qaçax yên petrolê hene.
Xalib Mihemed, ku berniya niha endamê encumena parêzgeha Silêmaniyê bû, daye zanîn ku piraniya wan parzûngehan ketine navçeya Tancero ya Silêmaniyê.
Wî parlamenterê Gorranê ragihandiye, hikûmeta Kurdistanê fermana girtina wan parzûngehan daye lê heta niha ew ferman bicîh nehatiye û gotiye, ziyanên ku wan parzûngehan li Silêmaniyê dane, gelek in. Ji ber ku ava Tencero, bendava Derbendîxanê û jîngeha Silêmaniyê ji ber wan parzûngehan pîs bûne. Ji bilî wê yekê, ew benzîn û nefta ku di wan parzûngehan de tê parzûnkirin, gelekî xirab e.
Basnews
