• Monday, 16 February 2026
logo

Goranê cîgirê serokwezîr û wezîrên xwe ji bo hikûmetê amade kirine

Gulan Media October 28, 2018 Nûçe
Goranê cîgirê serokwezîr û wezîrên xwe ji bo hikûmetê amade kirine
Tevgera Goran û Komela Îslamî meyla wan li ser wê yekê heye ku beşdarî hikûmeta Kurdistanê bibin û sozên wan ên ku ji xelkê re dane, di nav karnameya hikûmetê de cih bigrin.



Goran û Komel li ser wê yekê rijd in ku beşdariyeke rasteqîn bikin di hikûmetê de. Goran dibêje di hilbijartinan de ji xelkê re soz dane û divê sozên xwe bixin nav karnameya hikûmetê û were cîbicîkirin. Endamekî Polîtburoya Komela Îslamî jî ji Rûdawê re ragihand, ku eger bi rastî xizmeta xelkê bike, dê beşdarî hikûmetê bibin.



Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ehmed Kanî ragihand ku karnameya hemû partiyan di nav hikûmetê de dê were bicihkirin, lê belê ew aliyên ku tevlî hikûmetê dibin, nabe êdî li nal û li bizmarê jî bidin, nabe bi roj di hikûmetê de bin û bi şev jî opozîsyon bin.



Li gor zanyariyên Rûdawê, Tevgera Goran berbijêrê Cîgirê Serokê Hikûmetê û wezîrên xwe amade kirine.



Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê Nizar Mehmûd ji Rûdawê re ragihand: “Mercê me ew e ku weke hemû partiyên siyasî karnameya me di nav karnameya hikûmetê de cih bigre. Li gor wan deng û giraniya ku li cem me heye, divê di nav hikûmetê de jî bernameya me ya hilbijartinê cih bigre û bi vî awayî li ser kar bikin.”



Komela Îslamî ya Kurdistanê duyem hêza siyasî ya Kurdistanê ye ku li girava beşdarîkirin yan nekirina di kabîneya nû de sekiniye.



Berpirsên Komela Îslamî diyar dikin ku ew dê wê çaxê biryar bidin ku bi temamî li ber çavê wan zelal bibe hikûmeta nû çawa dibe û dibêjin "eger em bibin beşek ji pêkanîna kabîneyê, divê beşdariya me rasteqîn be û em xwedî biryar bin".



Endamê Encûmena Siyasî ya Komela Îslamî ya Kurdistanê Avan Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Em dê yan beşdariyeke çalak a rasteqîn bikin ku her dem mafên welatiyan biparêzin, yan jî em dê bibin opozîsyoneke gelek cidî û mafên xwarî yên welatiyan biparêzin, lewma em dê bi vî awayî biryar bidin.”



Pêngava yekem a danûstandinên pêkanîna hikûmetê li aliyê PDKê dibe, ji ber ku ew serkeftiyê yekem ê hilbijartinan e. Ew jî dibêjin deriyên me ji hemû aliyan re vekirî ne, lê bi wî mercî ku di navbera desthilat û opozîsyonê de, xwe yekalî bikin.



Endamê Serkirdetiya PDKê Ehmed Kanî ji Rûdawê re ragihand: “Tiştê ku ji aliyê PDKê ve giring e, hikûmeteke bihêz e li Kurdistaneke bihêz. Ji bo vê jî bernameyeke bihêz pêwîst e, lewma li ser hemû aliyan pêwîst e ku careke din bi awayekî taktîkî neyên nav pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bila bi stratejî û bername werin. Bila lingekî wan li opozîsyonê û lingek jî li desthilatê nebe, bi roj li hikûmetê û bi şev jî opozîsyon.”



Kabîneya heştemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ti partiyekê ezmûneke dilxwaz nebû, ji ber ku tevî qeyranan, beşek ji pêkhênerên hikûmetê di nîvê rê de man, lewma hemû partiyên siyasî dixwazin kabîneya nû ciyawaz be.



Rudaw
Top