• Monday, 16 February 2026
logo

David Petraeus: Piraniya çekên Iraqê ne di bin kontrola dewletê de ne

Gulan Media October 27, 2018 Nûçe
David Petraeus: Piraniya çekên Iraqê ne di bin kontrola dewletê de ne
Rêvebirê berê yê Ajansa Hewalgîriya Navendî ya Amerîka (CIA) David Petraeus dibêje: “Ji bilî ku Iraq ne di bin kontrola dewletê de ye, xula vê carê ya parlemantoya Iraqê kesin tê ne, sala 2007an dema li Iraqê fermandar bûm, ew di zîndanê de bûn.”

David Petraeus ku berê li Iraqê fermandarê hêzên Amerîka bû, di çarçova beşdariya di korbendekê li Behrênê de got: “Divê ev rewşa li Iraqê heye were rawestandin, piraniya çekan ne di bin kontrola dewletê de ye.”

Amaje bi wê yekî jî kir, niha hejmarek kes di parlemantoya Iraqê de ne, di sala 2007an de dema ew li wî welatî fermandar bû, di zîndanê de bûn. ev yek jî cihê nîgeraniyê ye.

Generalê Amerîkî yê xaneşînkirî dibêje, sizayên çaverêkirî yên biryar e di destpêka meha Mijdara bê de li ser Îranê werin sepandin, dê cuda bin, ji ber ku rêveberiya niha ya Amerîka wek ya berê li hember Îranê nermiyê nîşan nade. Divê jî kompanya di navbera Amerîka û Îranê de yekê hilbijêrin.

Tekez kir jî, divê Îranê çalakiyên xwe yên atomî piştevanîkirina grûpên terorî rawestîne û got: “Tehran destêwerdana di navçê zêdetir kiriye.”

K24
Top