Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê: Divê rewşa Kerkûkê normal bibe
Cîgirê serokê parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad, îro li Hewlêrê li ser ziyanên ku lehiyê li xelkê devera Balakeyatî û deverên din yên Kurdistanê daye, civîneke rojnamevaniyê li dar xist û ragihand, dê lêjneyek bo hesibandina wan ziyanan were pêkanîn.
Beşîr Hedad her wiha got, piştî lêkolîn û hesibandina ziyanan divê hikûmetên Kurdistan û Iraqê wan ziyanan qerebû bikin.
Li ser rewşa koçberên Kerkûk û Xurmatû û deverên din yên Kurdistanê jî, cîgirê serokê parlamentoya Iraqê got, divê asankarî bo vegera koçberan bê kirin û alîkariya wan jî were kirin.
Beşîr Hedad anî ziman ku divê rewşa Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî normal bibe.
Basnews
