Mike Pompeo û Adil Ebdulmehdî hevdîtinek pêkanîn
Ofîsa serokê encûmena wezîrên Iraqê daxuyniyek belav kir, tê de ragehand ku, di pêwendiyeke telefonî de Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo pîrozbahiya Adil Ebdulmehdî weke serokwezîrê nû yê Iraqê û kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê kir û tekezî li ser piştgiriya welatê xwe bo Iraqê di hemû astan de kir.
Herwiha di wê pêwendiyê de Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî pêwendiyên di navbera herdu welatan de di biwarê aborî û xizmetguzarî de gotûbêj kirin
Basnews
