Serok Barzanî peyameke sersaxiyê ji serokê Esqufiya Kildanî re şand
Têkista Peyamê:
Birêz cenabê Metran Mar Beşar Metî Werda
Bi mixabinî nûçeya koça dawî ya bavê rêzdariya wê gihişte min. Di vê helkefta xemgîn de, ez xwe hevparê xema we dibînim û sersaxiyê ji we û malbata we re dixwazim.
Ji Xwedayê Mezin lave dikim bavê wê yê koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û aramî û bihinfirehiyê bi hemû meriv û hogirên wî ve bibexşîne.
Mesûd Barzanî
26ê Cotmeha 2018an
