• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Şewitîna Bazara Lenge li Hewlêrê gelek ez nîgeran kirim

Gulan Media October 26, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Şewitîna Bazara Lenge li Hewlêrê gelek ez nîgeran kirim
Roja Pêncşembî 25ê Cotmeha 2018an serê sibehî agirek mezin li bazara Lenge ya Hewlêrê ket û li gorî daxuyaniya Qayimmeqamê Hewlêrê, di encama şewata îro de zêdetir ji 1200 dikanên bazara Lenge ya Hewlêrê şewitîne.

Agirê li bazara Lenge ya Hewlêrê piştî 8 saet ji hewldanên tîmên agirvemirandinê, ku têde heîlokpter jî hat bikaranîn, hat kontrolkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî derbarê bûyerê de peyamek belav kir û soza qerebûkirina zirarpêketiyên bûyera şewata îro ya li bazara Lenge da.

Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de li ser hesaba xwe ya twîterê ragihand, ku dê komîteyeke taybet bo encamdana lêkolînê derbarê zirarên bûyerê de bê pêkanîn.

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Şewitîna Bazara Lenge li Hewlêrê gelek ez nîgeran kirim. Hevxemê zirardîtiyan im. Komîteyeke taybet lidûvçûnê bo ziraran û cîbicîkirina rêkarên pêwîst bo dubarenebûna wê (bûyerê) dike. Piştrast bin, bi qasî ku di şiyanê de hebe, dê qerebûya zirarpêketiyan were kirin.

Waar,tv
Top