• Monday, 16 February 2026
logo

Li Urdinê ji ber lehiyê 18 kes mirin

Gulan Media October 26, 2018 Nûçe
Li Urdinê ji ber lehiyê 18 kes mirin
Duh Pênşemê di encama lehiyên li Urdinê de 18 kesan canê xwe ji dest da û 34 kesên din birîndar bûn piraniya wan zarokin.

Hêzên berevaniya sivîl a Uridnê ragehand ku, di encama lehiyê li navçeya deryaya Mirî 18 kesan canê xwe ji dest da û 34 kesên din birîndar bûn, herwiha 36 kesên din bêserûşûnin.

Herwiha Hêzên berevaniya sivîl da zanîn ku, wan bi rêya balafirên helîkopter û belemeyan karîn 22 kesan heta niha ji mirinê rizgar bikin.

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Urdinê Omer El Rezaz serdana navçeya lehiyê kir û daxwaza tevgere bi lez bo rizgarkirina xelkê kir.

Basnews
Top