• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Qonaxa niha pêwîstî bi aramiyê heye

Gulan Media October 25, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Qonaxa niha pêwîstî bi aramiyê heye
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 24.10.2018ê li bajarê Hewlêrê digel Ramon Blecua Balyozê Yekêtiya Ewropayê li Îraqê û şandeya pê re civiya û pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê gotûbêj kir.

Pêşhatên siyasiyên Îraq û Herêma Kurdistanê, pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqa federal, têkeliyên Yekêtiya Ewropayê digel Îraq û Herêma Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, hilbijartina parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê di civînê de hatin gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Yekêtiya Ewropayê re behsa rewşa herêmî kir û got ku qonaxa niha ya Îraq û herêma Kurdistanê pêwîstî bi aramiyê heye û divê karê pêşîne dabînkirina aramiyê, xizmetgozariyên giştî û şaksaziya aborî be.

Serowkezîr got ku Herêma Kurdistanê giringiyeke taybet bi têkeliyên xwe yên bi Yekêtiya Ewropayê re dide.


Top