Dilşad Şehab: PDK dê bi xizmetê bersiva dengên xelkê bide!
Dilşad Şehab derbarê helwêsta aliyan a li ser proseya helbijartinê ragehand, helwêstê hemwelatiyan li ser proseya helbijartinê tine, ji ber di dema rêveçûna hemû pêgavên de, heta şeva ragehandina encamên helbijartinê û pêngav li gor dengên sedî 90ê komîsyaran hatin avêtin, ku nûnerê hemû aliyan jî têde ye. Ango ‘’Aşkeraye ku rexne û gileyiyên aliyan li ser encaman, ewqas ji encamên bi dest xistine razî nînin û li şikesta xwe mûkir nayên. Ango partiyek amade nîn li encaman mûkir bê û ev rastiyeke. Ev yek bi xwezaya civaka me ve girêdayî ye û zû zû şikestê qebûl nake, berdewam bahaneyan digere û xelkê tometbar dikin, tişta herî asan jî ev e.’’
Derbarê gotinên berdevkê fermî yê YNKê Seidî Pîre de jî Dilşad Şehab got: ‘’Gotinên Seidî Pîre bernakevin mirov bersiva wê bide. Ji ber pir ji demogojiyê hesdike. Car car ji holê winda dibe, ji ber ew gelek ji berdewam kirina rikberiyê û hevrikiyê dike xwe davêje qadê, ji ber wê ez bersiva gotinên wî nadim.’’
Dilşad Şehab got behsa zêdebûna dengên PDKê kir û got ew 45 kursiyên ku PDKê bidest xistin, ne kêm ne jî zêde nabînin, ji ber wek mafekî ku xelk daye dibînin. Û got: ‘’PDK dê bi xizmeta xelkê kirinê ve bersiva wan dengên xelkê Kurdistanê bide.’’
Basnews
