Mesrûr Barzanî: Kar bo pêkanîna hikûmeteke bihêz dikin
Di hevdîtinê de, pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşhatên proseya siyasî ya Iraqê û pêwendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Romanyayê de hatin guftûgokirin.
Di derbarê pêwendiyên Bexda û Hewlêrê de, Mesrûr Barzanî amaje bi wê da, wek Kurd piştevaniyê li Adil Ebdilmehdî yê ku bi pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye spartin dikin û ragihand, divê Kurd di biryarên siyasî û çarenivîsaz de hevbeşeke rasteqîne be.
Her di wê hevdîtinê de, behsa qonaxa piştî hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê û pêwendiyên di navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê de hatin kirin.
Di wê derbarê de, Balyozê Romanya li Iraqê ragihand, ew Kurdistaneke bihêz û yekgirtî wek beşek ji çarçova stratejiya aramiya Iraqê de dibînin.
Di tewereke din de, Balyozê Romanyayê pêwendiyên welatê xwe û Herêma Kurdistanê bi gelek baş binav kir, ku ew girîngiyê didin wan pêwendiyan, bi taybetî di warê aboriyê de ligel Herêma Kurdistanê berdewam dibin.
K24
