Têkeliyên Hewlêr û Anqereyê nirxandin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 24.10.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Fatîh Yldiz Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê kir û di civînekê de Yldiz kêfxweşiya xwe nîşan de bi serdana Hewlêrê ku ev yekem care serdana Herêma Kurdistanê dike, nîşan da, serkeftina pirosesa hilbijartina parlamentoya Kurdistanê li Serokwezîrê Kurdistanê pîroz kir. Herwesa beşdariyeke bihêz ya Herêma Kurdistanê di pirosesa siyasî û kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê de û çareserkirina hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi pêwîstî hat zanîn.
Nêçîrvan Barzanî ji balyozê Tirkiyeyê û şandeya pê re got ku hêzên siyasiyên Herêma Kurdistanê bihêz li Bexdayê dibin û beşdariyê di hikûmeta nû ya Îraqê de dikin. Barzanî behsa serkeftina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê kir û got ku Herêma Kurdistanê xwe ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê amade dike.
