Banka Veberhênana Ewropî: Em dixwazin alîkariya Kurdistanê bikin
Li ser wê yekê, serokê Banka Veberhênana Ewropî Warner Hoyer bi riya Kurdistan24ê ragihand, ku ew hêvîdar e ew pere bibe sedema çarekirina beşekî mezin ji kêşeyên meşextên Iraqî yên ku li Herêma Kurdistanda dijîn.
Warner Hoyer ji peyamnêrê Kurdistan24ê re got: Em sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ew hejmara mezin ya meşext û penaberan li xwe girtiye.
Hoyer got jî: Wek çawa Yekîtiya Ewropa li Tirkiyê, Lubnan û Urdinê alîkariya penaberên Sûrî dike, bi heman awayî bizava wê yekê dike, ku li Herêma Kurdistanê jî, alîkariya penaberên Sûrî bike.
Navhatî zelal kir, ku astengiyek li pêşya wan heye û ji ber wê astengiyê ew nikarin alîkariya Herêma Kurdistanê bikin, ew jî ji ber ku heya niha desthilata alîkarîkirina Herêma Kurdistan û karkirin li wê deverê bi wan nehatiye dayin.
Herwiha tekez kir, ku ji bo vê mebestê, divê Yekîtiya Ewropa wê desthilatê bide banka wan, daku karibin alîkariya Herêma Kurdistanê bike.
Serokê Banka Veberhênana Ewropî got jî: Hêvîdar im ew biryar bê stendin, ji ber ku ez zanim çi bargiraniyek li ser milê gelê Kurdistan heye.
K24
