• Monday, 16 February 2026
logo

YNK bi hemû daxwaziyên turkmen û erebên Kerkûkê razî bûye!

Gulan Media October 23, 2018 Nûçe
YNK bi hemû daxwaziyên turkmen û erebên Kerkûkê razî bûye!
Tê gotin ku YNKê tenê ji bona wergirtina posta parêzgariya Kerkûkê, her nermahiyek li hember turkmen û erebên Kerkûkê nîşan daye.

Li gorî agahiyên BasNewsê, kurê mezin yê Mam Celal û yek ji endamên koma xiyaneta 16 Cotmeha par Pavil Talebanî, ku ev demek e wek serokê YNKê hereket dike, gelek caran bi ereb û turkmenên Kerkûkê re li ser mijara destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê hevdîtin kiriye.

Li gorî wan agahiyan, Pavil di wan civîn û hevdîtinan de her nermahiyek li hember ereb û turkmenan nîşan daye tenê ji bo ku parêzgarê nû yê Kerkûkê endamê YNKê be.

Berpirsê liqa PDKê li Kerkûkê, Kawe Ehmed ji BasNewsê re got, koma xiyaneta 16 Cotmehê bi taybet Pavil û Lahûr û Aso Mamend dixwazin kesekî nêzîkî xwe bikin parêzgarê Kerkûkê.

Kawe Ehmed her wiha got, ereb û turkmenan ji şanda YNKê re gotine ku ew qebûl nakin parêzgarê nû mîna yên berê bi desthilat be û divê desthilata wî kêm bibe. Parêzgar her biryara ku da divê cîgirê wî jî razî bibe, serokê encumena parêzgehê jî bihêz be. Bi vî rengî dixwazin parêzgarekî lawaz daynin, vêca kî dibe bila bibe.


Basnews
Top