Newzad Hadî behsa sedemên pêşketina Hewlêr û Dihokê dike
Newzad Hadî got: Ji ber ku piraliya siyasî hebû, li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê baştir pêşketin çêbû, lê piştre hevkêşe li Silêmaniyê hat guhertin.
Balkişand ser wê yekê jî, ku di sala 2010an de, dema ku wî serdana Parêzgeha Besra kiribû, Parêzgarê Besra ji wî re gotibû: Nêzîkî 2 milyar Dolar tenê ji dahata petrodolar di bankê de li ber destê me ne. Lê di dawiyê de wan nekarîbû yek Dolarî jî xerc bikin, di demekê de xizmetkarî li wê parêzgehê nebûn.
Herwiha eşkere kir, ku parêzgarê wê demê yê Besra sedema pêşneketina parêzgeha xwe, ji bo wê yekê vegerand, ku ji ber nakokiyên di navbera partiyan de û dabeşkirina postên wê parêzgehê li ser wan partiyan, piroje li Besra nehatin bicîkirin.
K24
