Ciwanekî ji Kobanî bi kurtefîlman êşa xelkê vedughêze
Fîlmên Elî Keto yê xelkê Kobanî li ser malperên civakî gelekî belav bûne û ew di fîlmên xwe de behsa êşa civaka bajarê xwe vedibêje.
Elî Keto, ciwanekî 20 salî ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye, senaryo kurtefîlmên xwe bi xwe divivîse û bi xwe jî derhêner e, û î bi xwe ji xwe re grûpek çêkiriye, fîlmên xwe li ser sosyal medya belav dikin.
Xelk gelekî ji wî û hevalên wî hez dike, Elî Keto dibêje fîlmên wî gelekî tên temaşekirin û xelk di wan fîlman de, bêhtir rewşa xwe ya xerab dibîne.
Wek hemû navçeyên din ên Sûriyê ji ber şerê navxwe yê ku zêdeyî 11 salan e berdewam e, rewşa aborî li Rojavayê Kurdistanê jî xerab bûye û derfetên kar kêm bûne.
Elî bi awayekî komêdî di vîdyoyên xwe de balê dikşîne ser rewşa xelkê, pirsgirêkên wan vedughêze û peyama wan belav dike.
Daxwaza Elî ew e ku di siberojê de kompaniyên derhêneriya fîlman li Rojavayê Kurdistanê jî çalak bibin û derfet ji bo wan çê bibe ku dramaya Kurdî pêş bixin da ku cihê xwe di nava dramaya Cîhanî de bibîne.
Rudaw
