Serokatiya Herêmê êrîşa li ser Firokxaneya Riyadê şermezar dike
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Firokxaneya Navdewletî ya Şah Xalid a li paytexta Erebistana Siûdiyê bi tundî şermezar kir û piştevaniya xwe ji bo Şahnişîna Siûdiyê nîşan da.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro 11ê Cotmehê de di daxuyaniyekê de ragihand: "Em bi tundî wê êrîşê şermezar dikin ku duh şemiyê li ser Firokxaneya Navdewletî ya Şah Xalid a li Riyada paytexta Şahnişîna Erebistana Siûdiyê pêk hat û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl bûn qurbanî û birîndar."
Di daxuyaniyê de hevxemî bi gel û desthilatdarên Siûdiyê re hat parvekirin û hat diyarkirin: "Em pirse, sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî serkirdayetî, hikûmet û gelê Şahnişîna Erebistana Siûdiyê û malbat û kesûkarên qurbaniyan dikin û hêviya başbûneke lezgîn ji bo birîndaran dixwazin."
Serokatiya Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de tekezî li ser rawestandina aloziyan kir û ragihand: "Em piştevaniyek û hevxemiya xwe bi Şahnişîna Erebistana Siûdiyê re dubare dikin û tekeziyê li ser pêwîstiya parastina canê welatiyên sivîl, rawestandina rageşiyan û herwiha parastina ewlehî, asayîş û aramiya navçeyê dikin."
K24
