HDPê ji bo hilbijartinan banga îtifaqê li partiyên Bakur kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê bi beşdariya hevserokên giştî, parlamenter û rêveberên xwe komxebatek li dar xist. HDPê di vê komxebatê de ji pirsên "Şaredarek çawa? Rêbaz û nexşerêyek çawa?" re li bersivan geriya.
Yek ji mijara sereke jî îtifaq bûn. Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan banga îtifaqê li partiyên 5 qolî yên kurd kir.
Hevseroka Giştî ya HDPê wiha axifî: “Em bang li hemû partiyên kurdan dikin ku hêza xwe bikin yek, bila bi hev re amadekariya hilbijartinê bikin û bi hev re bi ser bikevin. Ez vê ji wan dixwazim. Û daxwaza gelê kurd jî ev e.”
Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen jî destnîşan kir ku ew ji bo îtifaqa bi partiyên Kurdistanî re gelek jidil in û ew dixwazin muheqeq kurd bi bereyek tevli vê hilbijartinê bibin.
Ayhan Bîlgen jî wiha got: “Yekitiya kurdan û birêvebirina herêma xwe bi destê xwe gelek girîng e. Ji bo vê yekê jî divê bê nîqaş û bê teredut biryareke siyasî bê girtin. Ger hemû muxatabên din jî di vê baweriyê de bin û bi biryar bin, helbet em dikarin di vê tifaqê de bi ser bikevin.”
Partiyên 5 qolî yên Kurdistanî jî bi nêzikbûna hilbijartinên şaredariyan re bi nexşerêyeke nû re mijûl in. Hin ji wan partiyan ji niha de banga HDPê jidil nabînin û dixwazin bi namzetên serbixwe tevli hilbijartinan bibin. Lê ew deriyê xwe yê diyalog û tifaqê jî nagirin.
Derbarê vê mijarê de Rêveberê Navenda Giştî ya PAKê Henîfî Turan ji Rûdawê re wiha got: “Em deriyê xwe li tu tifaqan nagirin. Lê belê em dixwazin bi rengê xwe û bi namzetên serbixwe tevli van hilbijartinên şaredariyan bibin.”
Di hilbijartinên 24ê Hezîranê de partiyên 5 qolî û HDPê ji bo tifaqê ketibûn nava hewldanek lê ev tifaq neçûbû serî. Her pênç partî jî li derveyî îtifaqa bi HDPê re mabûn.
Rudaw
