• Monday, 16 February 2026
logo

YNK daxwaza normalkirina pêwendiyan ji PDKê dike

Gulan Media October 21, 2018 Nûçe
YNK daxwaza normalkirina pêwendiyan ji PDKê dike
Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxwaza normalkirina pêwendiyan ji PDKê kir.

Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre îro li ser encamên hilbijartinên Kurdistanê, ku şeva borî hat ragihandin, civîneka rojnamevaniyê li dar xist û ragihand, YNK ji encamên hilbijartinan razî ye.

Seidî Ehmed Pîre da zanîn ku ji sibê ve deriyê YNKê bo hevdîtin û diyalogê vekirî ye û got, em amade ne bi hemû partiyan re rûnên û li ser çawaniya pêkanîna hikûmeta nû gotûbêj bikin.

Berdevkê YNKê behsa pêwendiyên PDK û YNKê jî kir û got, em du partiyên cuda ne û tiştekî normal e nêrînên me cuda bin û nakokî hebin. Ew nakokî û sari jî di encama hevrikiyên siyasî de derketine. Me bi hev re şerê DAIŞê kir, me bi hev re kirîza darayî birêve bir, vêca emê çawa nekaribin nakokiyên xwe çareser bikin. Ti alternatîvek bo pêve karkirina PDK û YNKê û aliyên din nîne, bi taybet PDK û YNK û Gorranê divê bi hev re bin, eger wisa nebe emê zerer bikin.

Wî rayedarê YNKê bang li Barzanî û Kosret Resûl û mezin din kir di normalkirina pêwendiyan de rola xwe bilîzin û got, bila karîza û mezinên me bên û me li hev bicivînin da ku em nakokiyên xwe bidin aliyekî.

Li ser rewşa Kerkûkê jî berdevkê YNKê got, Kerkûk bajarekî hestiyar û girîng e. Li wir ji bilî kurdan, ereb û turkmen û musilman û mesîhî jî hene, ji ber wê jî divê ew rewş li ber çavan were girtin. Divê parêzgarek ji Kerkûkê re bê danîn ku cihê baweriya tevahiya xelkê bajêr be.

Basnews

Top