• Monday, 16 February 2026
logo

Encamên dawiyê yên hilbijartina Kurdistanê hatin ragihandin

Gulan Media October 21, 2018 Nûçe
Encamên dawiyê yên hilbijartina Kurdistanê hatin ragihandin
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê derengê şeva bûrî encamên hilbijartina parlemantoya Kurdistanê ragihand û hejmara deng û kursiyên her aliyekî di parlemantoya Kurdistanê de aşkere kir.

Roja 30ê Îlonê, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê birêve çûn, Komisyonê encamên destpêkî ragihand, lê jiber lêkolînê ji skalayan û hejmartina hejmareke sindûqên ku skala li ser hatibûn tomar kirin, ragihandina encamên dawiyê dereng ket.

Hejmara deng û kursiyên aliyan wiha ne:

Partiya Demokrat a Kurdistanê:

688070 deng – 45 kursî.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê:

319912 deng – 21 kursî.

Tevgera Goranê:

186903 deng – 12 kursî.

Nifşê Nû:

127115 deng – 8 kursî.

Komela Îslamî:

109494 deng – 7 kursî.

Hevpeymaniya ber bi Îslahê (Yekgirtû û Tevgera Îslamî):

79434 deng – 5 kursî.

Lîsta Serdem:

15581 deng – 1 kursî.

Lîsta Azadî:

8063 deng – 1 kursî.

Basnews
Top