• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî salvegera destana Pirdê bilind dinirxîne

Gulan Media October 20, 2018 Nûçe
Serok Barzanî salvegera destana Pirdê bilind dinirxîne
Bi helkefta yekemîn salvegera destana Pirdê, ku têda Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê, şikest bi planekî mezina derekî û navxweyî anî û Kurdistaniyan parast, Serok Barzanî, li peyamek da ku li tora civakiya twiter ê hatiye belav kirin, wê salvegerê bilind nirxand.

Eve jî naveroka wê peyamê ye:

20ê cotmehê, salvegera destana Pirdê bilind dinirxînîn.

Hezaran silav ji bo ruh û giyanê şehîdên wê destanê û spas û pêzanîn ji bo wan qehremanên ku beşdarî destana Pirdê bûn.

Top