• Monday, 16 February 2026
logo

Ehmed Turk: Emê dengê xwe bigihînin hemû cîhanê

Gulan Media October 20, 2018 Nûçe
Ehmed Turk: Emê dengê xwe bigihînin hemû cîhanê
Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk radigihîne, niha Kurd di rewşeke aloz re derbas dibe, ji ber ku dewleta Tirkiyê dixwaze dengê Kurd nemîne. Got jî, bandora zîndan û qeyûman li ser Kurdan xirab e, lê bi paş ve venakişin.”

Ehmed Turk ji K24ê re got: “Di pêvajoyek gelekî girîng, zehmet û alozî re derbas dibin. Îro dewleta Tirk dixwaze dengê Kurd jinav bibe. Em jî dixwazin li hemberî vê zulmê ji bo aştiyê, demokrasî û mafê gelê Kurd careke din em dengê xwe bigihînin hemû dunyayê.”

Got jî: “Heta îro gelek berdêl hatin dan, lê em dixwazin siyaseteke demokratîk ava bibe û li ser rexnê demokrastiyê siyasetê bimeşînin, ew kêmasiyên ber hatine pêşiya me, em wan di ber çav re derbas bikin û siyaseteke gelêrê bimeşînin, armanca me ev e. Dizanin bandora zîndan û qeyûman li ser Kurdan xirab e, lê gelê Kurd ji bo pêşeroja xwe bi paş ve venakişin.”

K24
Top