• Monday, 16 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm red kir: Tevlî PDKê nebûme

Gulan Media October 18, 2018 Nûçe
Necmedîn Kerîm red kir: Tevlî PDKê nebûme
Necmedîn Kerîm nûçe û zanyariyên ku behsa wê yekê dikin, ku ew tevlî refên Partiya Demorkata Kurdistanê bûye, red kir û ragihand, ku armanceke siyasî li pişt belavkirina wan cure nûçeyan e.



Piştî ku di çend kanalên ragihandinê de û li ser medyayê civakî nûçeyek hate belavkirin, ku têde amaje bi wê yekê hatiye kirin ku Necmedîn Kerîm pêwendî bi PDKê kiriye û tevlî refên wê partiyê bûye, ofîsa taybet a wî daxuyaniyek da.



Di daxuyaniyê de, nûçeya pêwendîkirin û tevlîbûna Necmedîn Kerîm bo nav refên PDKê de hatiye redkirin û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku ew gotin û zanyarî propaganda ne û armancên siyasî li piştî belavkirina wan zanyariyan heye.



Ofîsa taybet a Necmedîn Kerîm daxwaz ji hemû gelê Kurdistanê, bi taybetî jî ji xelkê serbilind û berxwedêr ê Kerkûkê dike, ku guh nedin wan propagandayan.



Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em daxwaz jki hemû elkê Kurdistanê dikin, bi taybet hevwelatiyên bajarê Kerkûka hertim serbilind û xweragir ku wan propagandayan bawer nekin ku di hin kanalên ragihandinê de têne kirin, ku bi armancên taybetî û siyasî nûçeyên dûr ji rastiyê belav dikin.”



Necmedîn Kerîm piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017 li Hewlêrê nîştecih bûye û di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de pêştir ragihandibû, ku ti pêwendiya wî bi YNKê re nemaye.

Rudaw
Top