• Monday, 16 February 2026
logo

Çawîşoglu: Alîkariya Amerîka ji YPGê re pêwendiyên me asteng dike

Gulan Media October 17, 2018 Nûçe
Çawîşoglu: Alîkariya Amerîka ji YPGê re pêwendiyên me asteng dike
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ragihand, ku astengiya herî mezin li pêşya pêwendiyên Tirkiyê û Amerîka, piştevaniya Amerîka ji YPGê re ye.

Mewlûd Çawîşoglu ji rojnameya The Financial Times a Birîtanî re axivî û li ser piştevaniya Amerîka ji YPGê re got: Yek ji astengiyên li pêşiya pêşveçûna pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê, piştevaniya Amerîka ji çekdarên YPGê re ye. Ev mijar gellekî hestyar e.

Çawîşoglu li ser azadkirina keşe Brunson jî got: Qedera Brunson nikare pêwendiyên herdu welatan diyar bike.

Herwiha Çawîşoglu balkişand ser xaleke din, ku radestnekirina Fethella Gulen jî, astengiyan ji pêwendiyên Enqera û Washingtonê re çêdike.

K24
Top