Pompeo û Erdogan civiyan
Mike Pompeo îro Çarşembiyê piştî serdana Erebistana Siûdiyê bi serdanekê gihîşt Enqerê.
Balafira Wezîrê Derve yê Amerîkayê saet 09:40 li Balfirxaneya Esenboga ya Enqerê danî, lê ji aliyê rayedarên hikûmeta Tirkiyê ve merasîma fermî ya pêşwaziya li Mike Pompeo nehat encamdan. Piştî çend xûlekan her li Balafirxaneya Esenboga ya Enqerê, Pompeo û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyan.
Di civîna navbera Pompeo û Erdogan de, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Berdevkê Serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Nûnerê Amerîkayê Bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey jî amade bûn.
Piştî bi dawî hatina civîna li gel Erdogan, her li Balafirxaneya Esenbogayê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi hevtayê xwe yê Tirkiyeyî Mevlut Çavuşoglu re jî civiya.
Civîna navbera Pompeo û Çavuşoglu heta dema amadekirina vê nûçeyê berdewam e.
Ji bilî pêwendiyên du alî yên navbera Waşington û Enqerê, mijara çarenûsa rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî, ku piştî çûna wî bo nav avahiya konsulxaneya Siûdiyê ya li Stenbolê ti zanayrî li ser çarenûsa wî nayê zanîn, mijara sereke ya gotûbêjên navbera Pompeo û rayedarên Tirkiyê ye.
Rudaw
