Mesrûr Barzanî: Şazdê Cotmehê kesên xakfiroş ji niştimanperweran cuda kirin
Di postekî de, ku li ser rûpela xwe ya serekî ya facebookê belav kiriye, Mesrûr Barzanî Nivîsiye: Pîlana 16ê Cotmeha 2017an, mezintirîn xiyanet bû li mafê çarenivîsa neteweke çewisandî hat kirin, lê di heman demê de, riwê rastyane yê xiyanetkaran eşkere kir û kesên xakfiroş ji niştimanperweran cuda kir.
Herwiha nivîsiye: Hêvîdar im xelkê Kurdistan û kesên aştîxwaz rastiyan jibîr nekin û rê nedin careke din ji bo post û pileyan, bi jiyan û çarenivîsa wan bê lîstin.
Waar.tv
