• Monday, 16 February 2026
logo

Li Hewlerê dijî dagirkirina Kerkûkê xwepêşandanek pekhat!

Gulan Media October 16, 2018 Nûçe
Li Hewlerê dijî dagirkirina Kerkûkê xwepêşandanek pekhat!
Îro 16.10.2018ê di salvegera xiyaneta 16ê cotmehê de, li dijî dagir kirina parêzgeha Kerkûk û navçeyên Kurdistanî komeke berçav a rêxistinên civaka sivîl xwepêşandanek pêkanîn.

Di wî xwepêşandana ku îro li bajarê Hewlêrê pêkhat de û rêxistinên civakê yên sivîl û çalakvan beşdar bûn û li hember xiyaneta 16ê cotmehê û dagir kirina Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanê helwêstê xwe ragehandin û daxwaz kirin, ku bi awayek bêalî lêkolîn û lêpirsîna bûyerê bê kirin.

Di xwepêşandanê de daxuyaniyek hat xwendin û hat ragehand: ‘’Buyera 16ê cotmehê di demekê de ye ku berevajî hemû yasayên kar pê tê kirin û yasayên navnetewî bû. herwaha berevajî bû li gel destûra Iraqê ya federal û tewaneke mezin bû. ji ber li gor destûrê nabe artêş û hêzên çekdar di rikberiyên siyasî de beşdar bibin û binpê kirinan bikin, lê mixabin di 16ê cotmehê de artêşa Iraqê û milîsên heşdî şeibî tewan pêkanîn.’’

Hewaha hat gotin: ‘’Em di ji parlamentoya Iraqê daxwaz dikin ku binpê kirinên ku berdewam dikin û herwaha hikûmeta Iraqê bi awayên cuda helmetên ji kar dûrxistina berpirsên îdarî yên li navçeyên cuda daye destpê kirin û li hemû wan navçeyan jî proseya ereb kirinê dane destpê kirin û bi hemû awayekî dijatiya gelê Kurdistanê tê kirin. Ji ber wê jî wek erk û berpirsyariya xwe yên rêxistinên civakî sivîl em daxwaz dikin;

-Dawî li zulma li ser gele kurd bê anîn û dawî bi helmeta dûrxistina kar a berpirsên îdarî bê anîn ku piraniya wan jî kurd in.

- Li gor destûrê Pêşmerge hêzeke fermî û hatiye nasîn e. Em daxwaz dikin Pêşmerge vegere Kerkûk, Şingal û hemû navçeyên din û bi awayek hemû aliyan ve dever bên rêvebirin.

- rakirina wan xalên gumrikê yên ku ji aliyê hikûmeta Iraqê û milîsan ve hatine danîn û bacê werdigrin û di navbera Hewlêr û Kerkûk û hemû navçeyên din de hatine danîn.

Basnews
Top