Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka serdana Hewlêrê dike
Her li gor zanyariyan, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê rewşa Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû bi berpirsên Herêma Kurdistanê re guftûgo dike.
Herwiha hevahengiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna terorê û şerê DAIŞê jî tewereke din hevdîtinan dibe.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Sullivan duhî bi serdaneke fermî gihîştibû Bexdayê û ligel berpirsên Iraqê civiyabû.
