Beşîkçî: Serok Barzanî xwedî li doza rewa ya gelê Kurdistanê derdikeve!
Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin;
Roja dûşem 15.10.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya dostê gelê Kurd û rewşenbîr û dîroknivîsê Tirk Îsmaîl Beşikcî kir.
Li hevdîtinê de Îsmaîl Beşikcî serkeftina Lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê li hilbijartinên Parlemena Kurdistanê û meha penca ya Iraqê girîng û watedar pênase kir û ji bilî balkişandina li ser referandûma gelê Kurdistanê tekez li wê yekê kir ku ew serkeftinên Lîsta PDKê balkişandina wê yekê ye ku Serok Barzanî xwedan li doza rewa ya gelê Kurdistanê derdikeve.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya helwestên Îsmaîl Beşikcî ya li ser doza rewaya gelê Kurdistanê kir û pêzanînên xwe jî ji bo hewl û çalakî û nivîsên Beşikcî li piştgîrîkirina gelê Kurdistanê hebû û ragihand ku Beşikcî ji bo me hemûyan cihê şanaziye û sembole û nêrîn û dîrinên wî yên di derbarê gelê Kurdistanê cihê girîngîdanekî zêdeye.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de ronahî xiste li ser referandûm û rûdanên şanzdeha cotmehê û her wiha serkeftinên Partiya Demokrata Kurdistanê li hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê û wê yekê teqez kir ku gelê Kurdistanê Partiya Demokrata Kurdistanê bi sedema pêdagiriya li mafên gelê Kurdistanê û helwesta wê ya niştimanî padaşt kir û serkeftina PDK bi sedema bergirîkirina li maf û îradeya gelê Kurdistanê bûye.
Xweragirî û têkoşîna gelê Kurdistanê û dîroka xebata malbata Barzanî û devera Barzan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Basnews
