• Monday, 16 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û şanda Îslah civiyan

Gulan Media October 15, 2018 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û şanda Îslah civiyan
behsa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kirin
Duh Cîgirê Serokê partiya demorkata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke eniya îslah ya Îraqê bi Serokatiya Emar Hekîm kir.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm behsa rewşa siyasî ya Îraqê, prosesa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kirin.

Her di civîna han de şanda mêwan ku nuneratiya çend enî û aliyên Îraqî dikir, jiber serkeftina lîsteya PDKê di hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir.

Şanda mêwan herwiha behsa rola pêşeng ya PDKê li Kurdistan û Îraqê de kir û daxwaza vê yekê kir ku PDK rola xwe ya bibandor û çalak di prosesa siyasiya Îraqê de bilîze.

Her di heman civînê de behsa prosesa siyasiya Îraqê û ava kirina hikûmeta Îraqê kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku lazime her sê pirensîbên hevsengî, lihev kirin û hevpariyê jî li ber çav werin girtin.

Top