• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî: Tişta herî giring li cem me doza rewa ya gelê me ye

Gulan Media October 14, 2018 Nûçe
Serok Barzanî: Tişta herî giring li cem me doza rewa ya gelê me ye
Serok Mesûd Barzanî li gel şandeke bilinda Hevpeymaniya Îslah civiya, di civînê de ragehand ku, gelê Kurdistanê xwedî dozeke rewa ye û tişta li cem me giring doza rewa ya gelê me ye û çareserkirina binpêkirinên ku, berî niha li himber gelê me hatiye kirin.

Îro roja yekşem 14.10.2018 li Selaheddîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Seyîd Emmar Hekîm û şandeke bilinda Hevpeymaniya Islah kir.

Li hevdîtinê de şanda mêhvan, rol û pêgeha Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê li dîrokê de û niha û paşaroja Kurdistan û Iraqê bilind nirxand û tekez kir ki Iraq pêwîstî bi vekirina rûpeleke nû ya peywendiya dostane li navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de heye û pêwîste kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bêne çareser kirin.

Herwiha ragihand ku wan berê jî tekez kirine piştevaniyê li wan sê bingehan dikin ku Serok Barzanî wekî bingeheke peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de nasandiye, ku ji tewafiq û şeraketa rasteqîne û hevsengiyê pêktê.

Li kombûnê da Serok Barzanî, ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan, ronahî xiste li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û bi şanda mîhvan ragihand ku gelê Kurdistanê xwediyê dozekî rewaye, ewê li cem me girînge doza rewaya gelê me û çareserkirina wan binpêkirinan ku li berê de beranber mafê rewayên gelê me hatiye kirin, ji bo ewe jî pêwîste mekanîzmeke rûn û mîsogerê pabendbûna bi şeraketa rasteqîne û tewafiq û hevsengiyê hebê.



Basnews
Top