• Monday, 16 February 2026
logo

Dîplomatkarekî Amerîkî: Divê Kerkûk bi dilê hemû pêkhateyan be

Gulan Media October 14, 2018 Nûçe
Dîplomatkarekî Amerîkî: Divê Kerkûk bi dilê hemû pêkhateyan be
Dîplomatkarê berê û balyozê berê yê Amerîkî li Yemenê, Gerald Feieristein di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand, ku ew kar dikin ji bo rewşekê li Kerkûkê peyda bikin ku ji hemû aliyan re guncaw be.

Gerald Feieristein ji Kurdistan24ê re got: Niha Kerkûk di rewşeke taybet de ye û Amerîka bizavan dike rewşekê guncayî ji hemû aliyan re peyda bike.

Feieristein eşkere kir, ku bi awayekî berdewam hevrêzî di navbera serkirdatiya Kurd û Amerîka de hebû, niha jî Amerîka di vê qunaxê de, berdewam alîkariya Kurdan dike.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Kurdên Kerkûkê ji postên siyasî û serbazî û îdarî yên wî bajarî hatin dûrxistin û desthilata niha li Kerkûkê hatiye sepandin, çendîn binpêkirin beramberî pêkhateya Kurd encam daye.

K24
Top