• Monday, 16 February 2026
logo

Li Bexda Serkirdeyekî Rewta Sedr hat kuştin

Gulan Media October 14, 2018 Nûçe
Li Bexda Serkirdeyekî Rewta Sedr hat kuştin
Îro êvarî termê serkirdeyekî Rewta Sedr li taxeke Bexda hat dîtin.

Çavkaniyek ji Rewta Sedr a bi serokatiya Mûqteda Sedr ku, di helbijartinên Parlamentoya Iraqê de weke lîsta Saîrûn yekem anîn, kuştina serkirdeyekî Rewta Sedr dûpat kir.

Li gor medyaya Iraqê ragehandî Şêx Elî Saîdî ji aliyê hejmarek çekdarên nenaskirî hat kuştin û termê wî hatiye dîtin.

Ji aliyê xwe ve hêzên ewlehiya Bexda lêkolîn derbarê bûyerê de destpê kirine û heta niha ti zanyarî nehatine aşkere kirin.

Basnews
Top