• Monday, 16 February 2026
logo

Parlamenterê PDKê: Em wek partî fraksiyona herî mezin a parlamentoya Iraqê ne!

Gulan Media October 14, 2018 Nûçe
Parlamenterê PDKê: Em wek partî fraksiyona herî mezin a parlamentoya Iraqê ne!
Endamê encûmena nûnerên Iraqê yê ser bi fraksiyona PDKê Rêbuwar Ebdulrehaman amaje bi vê yekê dike ku, fraksiyona herî mezin li parlamentoya Iraqê wek partî PDK ye û ji ber wê jî rêjeya payeyan a lijneyan de herî zêde ew dê paye bidest bixin.

Rêbuwar Ebdulrehman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rêjeya lijneyên daîmî yên parlamentoyê di çarçoveya peyrewa navxwe de ye ku çend lijneya û li gor wê jî dê bê zêde kirin.’’

Herwaha got: ‘’Em fraksiyona herî mezin a parlamentoyê ne û 25 endamên me li parlamentoyê hene. Ji ber wê jî du heta sê serokên lijneyan, du heta sê cîgirê serokê lijneyan, du heta sê biryarderê lijneyan û du heta sê rêxistvan li ber me dikevin. Herwaha di hemû lijneyan de jî dê endamên me hebe.’’

Herçend duh 13.10.2018ê li parlamentoya Iraqê bo pêkanîna lijneyên daîmî civîn pêkhat jî, Rêbuwar Ebdulrehman got: ‘’Civîna duh bê encam bû, lê îro civîna lijneya hemaheng kirina peyrewa navxwe dê pêkbê. Herwaha dê sibe jî civîna parlamentoya Iraqê dê pêkbê.’’

Basnews
Top