• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî û şandeke Hevpeymaniya Fetih hevdîtinek pêkanîn

Gulan Media October 13, 2018 Nûçe
Serok Barzanî û şandeke Hevpeymaniya Fetih hevdîtinek pêkanîn
Serok Mesûd Barzanî îro li Selahedînê pêşwazî li şandeke Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Ebû Cîhad kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di hevdîtinê de şanda Hevpeymaniya Fetih ji bilî balkişandina li ser rol û pêgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li dîrokê û niha û paşaroja Kurdistan û Iraqê de tekez li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê kirin.

Her wiha Hevpeymaniya Fetih ew jî dûpat kir ku vekirina rûpeleke nû ya peywendiyên di navbera her dû aliyan û çareserkirina kêşe û giriftan li berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê da dibe.

Hat diyarkirin ku di beşeke din a civînê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û dûpat kir ku gelê Kurdistanê xwediyê dozekî rewa ye û ragihand ku vekirina rûpeleke nû û çareserkirina kêşeyan pêwîste li ser bingeha tewafuq û berçavgirtina şeraketê bê û ew jî bi navê dûbarenebûna girift û kêşeyên berê be.

Basnews
Top