• Monday, 16 February 2026
logo

Li Duhokê xortekî hevjîna xwe û welatiyek kuştin

Gulan Media October 12, 2018 Nûçe
Li Duhokê xortekî hevjîna xwe û welatiyek kuştin
Li navenda Duhokê xortekî bi neh gulleyan welatiyek kuşt û piştî demjimêrekê, heman xort li Amêdiyê hevjîna xwe jî kuşt û piştre xwe radestî polîsan kir.



Berdevkê Polîsê Duhokê Hêmin Silêman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku di demjimêr 19:30ê de xortekî li navenda Duhokê welatiyekî temen 32 salî kuşt û piştre heman xort çûye Amêdiyê û li wir jî hevjîna xwe kuştiye.



Hêmin Silêman herwiha eşkere kir, ku wî xortî xwe radestî hêzên polîs kiriye û li ser bûyerê doz hatiye vekirin.



Xort niştecihê bajarê Duhokê bûye, lê hevjîna xwe biriye Amêdiyê û li wir kuştiye.

Rudaw
Top