• Monday, 16 February 2026
logo

Belema 35 koçberên Kurd li Îzmîrê binav bûye

Gulan Media October 12, 2018 Nûçe
Belema 35 koçberên Kurd li Îzmîrê binav bûye
tevahiya wan xelkê Dihuk û zaxone
Li gorî jêderên nûçeyan ew koçberên ku duh Çarşembiyê li beravên Îzmîrê û di nav deryaya Egeyê de xeniqîn, Kurd in û xelkê Başûrê Kurdistanê ne.

Li gorî hêderan tevahiya ew koçberên ku duh Çarşembiyê di nav deryaya Egeyê de û li beravên bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê de xeniqîne, Kurd in û xelkê Zaxo û Duhokê ne.

Yexta ku duh li beravên Îzmîrê noqmî avê bibû, 35 kes têde bûne, ku tenê jinek ji bûyerê rizgar bûye, ku xelkê qezaya Zaxoyê ye.

Li gorî zanyariyan, heta niha termên 8 kesan hatiye dîtin, lê yên kesên din hêj winda ne.

Top