• Monday, 16 February 2026
logo

Meral Beştaş: Bi wan operasyonan dixwazin dengê me bifetisînin

Gulan Media October 11, 2018 Nûçe
Meral Beştaş: Bi wan operasyonan dixwazin dengê me bifetisînin
Parlamentera Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş operasyonên dijî endam û rêvebirên HDP’ê bi zimanekî tûnd rexne kir ev wek êrîşeke bi giştî li ser Kurdan nirxand.

Beştaş ji Dengê Amerîka re got: Em bi sîyaseteke rojana nameşîn. Ew dixwazin dengê me di hilbijartina şaredarîyê de bifetisînin, lê ewê qet bi ser nekevin. Ew çi bikin jî, em li ser doza xwe venagerin.

Di operasyona Sêşemê de 90 endam û rêvebirên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û rojnamevanên Kurd hatibûn binçav kirin.

Di nav kesan de Hevserokên Bajarê Batmanê Berîvan Helen Işik, Nîzametîn Toguç û Hevserokê Bajarê Amadê Mehmet Şerîf Camci ji cîh digirin.

Dîsa, aktîvîstên sîvîl yên ku mafên jina diparêzin, xebatkarên çapemenîyê û kesên din jî di binçav de ne.

Top