Bizûtnewe û Yekgirtû gunehê kêmbûna dengên xwe davêjin stûyê Komelê!
Di hilbijartinên giştî yên Kurdistanê de, ku roja 30 Îlona îsal hatin kirin, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Bizûtnewe bi hev re û di bi navê tifaqa Îslahê beşdar bûn, Komela Îslamî jî bi serê xwe beşdar bû.
Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinan, Komelê 7 kursî û tifaqa Îslahê jî 5 kursî bi dest anîne.
Li ser vê mijarê, endama polîtburoya Bizûtnewe Munîre Elî Ebdulezîz ji BasNewsê re got, me dixwast tevahiya hêz û partiyên îslamî bibin yek û beşdarî hilbijartinan bibin lê Komela Îslamî bi ya me nekir.
Munîre Ebdulezîz her wiha got, eger Komel tevlî tifaqa me biba emê bibana hêza sêyem lê Komelê xwe giran kir, me jî biratiya navbera xwe parast. Ji ber wê jî gunehê kêmbûna dengên me herî zêde dikeve stûyê omeletê.
Wê endama polîtburoya Bizûtnewê anî ziman ku ruxmî sextekariyên mezin wan karîne kursiyekê bi dest bînin û got, ji ber ku kandîdên me gelek deng bi dest anîne. Em misoger kursiyekê bi dest tînin.
Basnews
