• Monday, 16 February 2026
logo

Li Kerkûkê teqîn çê bû: Kuştî û birîndar hene

Gulan Media October 11, 2018 Nûçe
Li Kerkûkê teqîn çê bû: Kuştî û birîndar hene
Li bajarê Kerkûkê teqînek çê bû û di encamê de kuştî û birîndar hene.



Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihand, teqîn li navenda bajarê Kerkûkê û li ser rêya Bexdayê çê bûye.



Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin, teqîn bi rêya bombeke pêvekirî bûye, ku bombe bi otomobîleke taksiyê ve hatiye zeliqandin û di encama bûyerê de kesekî canê xwe ji dest daye.



Herwiha di encama teqînê de 3 kes jî birîndar bûne.



Hêj aliyên fermî yên rêveberiya Kerkûkê û hikûmeta Iraqê derbarê bûyerê de agahî nedane.

Rudaw
Top