Parlamenterekî berê yê YNKê: Hikûmeta Iraqê Kerkûk ji Kurdistanê veqetandiye!
Parlamenterê yê YNKê Şivan Dawûdî, ku yek ji endamên koma xiyaneta 16 Cotmeha par bû û çend roj piştî wê rûreşiya 16 Cotmehê, bi mezinên Heşda Şeibî re di nav kêf û şahiyê de bû, ji radyoya Dengê Amerîka re behsa rewşa Kerkûkê kiriye û gotiye, rewşa Kerkûkê gelekî xirab e.
Şivan Dawûdî behsa danîna xalên gumrikê di navbera Kerkûk û bajarên din yên Herêma Kurdistanê de kiriye û gotiye, hikûmeta Iraqê bi danîna wan xalên gumrikê, Kerkûk ji Kurdistanê veqetandiye ji ber ku eger kesekî Kerkûkî kîloyek bacanê sor jî ji Hewlêrê bibe divê gumrika wê bide!
Wî endamê koma xiyaneta 16 Cotmehê aniye ziman ku êdî sînorê Kurdistan û Iraqê ne çiyayê Hemrîn lê Çîmen (Silêmanî) û gundê Kelhor (Hewlêr) e! Êdî serkirdeyên kurd ji bo kêfa xwe dest ji Kerkûkê berdane!
Basnews
